​​​​​​​Mistefa Ebdî: Piraniya rêxistinên mafên mirovan bi dewleta Tirk re şirîk in

Hiqûqnas û Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ebdî got: “Dewleta Tirk  ji projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ditirse. Siyaseta ku dewleta Tirk li hember Rêbertî dimeşîne, bi berjewendiyên rêxistinên mafên mirovan re ne bi nakokin. Lewma jî bêdeng in û şirîkên dewleta Tirk in.”

​​​​​​​Mistefa Ebdî: Piraniya rêxistinên mafên mirovan bi dewleta Tirk re şirîk in
20 tebax, 2020   02:23
KOBANÊ-NÎHAD KERO-UMER  MIHEMED

Têkildarî tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, hiqûqnas û Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ebdî ji ajansa ANHA`yê re axivî.

Hiqûqnas û siyasetmedar Mistefa Ebdî di destpêka axaftina xwe de wiha got:"Dewleta Tirk ji fikirê Rêber Ocalan û belavbûna projeya Rêbertî ditirse. Ji ber ku projeya wî banga mirovahiyê dike û ev yek jî bi berjewendiyên Tirkiyê re bi nakok e. Lewma Rêbertî dîl girtin û tecrîd li ser wî ferz kirin."

Ebdî wiha li axaftina xwe zêde kir:"Di qanûnên navneteweyî de tu bendên ku tecrîdê li ser girtiyekî ferz bike û sardana malbatê û parêzeran qedexe bike tune ye. Berovajî vê yekê di hevpeymanên navneteweyî  de Neteweyên Yekbûyî mafên girtiyên siyasî parastî ye, lê dewleta Tirk van pîvanan binpê  dike.”

Dewleta Tirk ji 2015`an ve tecrîd li ser Rêbertî ferz kiriye. Lê di nîvê sala derbasbûyî de gelan xwepêşandnr li dar xistin, dewleta Tirk rê da malbat û parêzer serdana Rêbertî bikin. Piştî wê dîsa tecrîd ji cihê ku mabû dewam kir.

Ji ber ku  rêxistinên hiqûqnas û mirovî tu  bertekan nîşan nadin, dewleta Tirk tecrîdê berdewam dike.

CPT`yê beriya çend rojan destnîşan kiribû ku tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û dabû zanîn ku divê têkiliyên Abdullah Ocalan bi derve re çêbibe û girtina tekakesî siviktir bibe.

Ebdî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rêxistinên mafê mirovan qanûnan ji bo berjewendiyên xwe datînin. Lê dema ev qanûn bi berjewendiyên wan re bi nakok bin, çavê xwe lê digirin. Ji ber vê jî li hemberî siyaseta dewelat Tirk a li hember Rêber Abdullah Ocalan bê deng in û nabêjin ev tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye.”

Mistefa Ebdî diyar kir ku ji erka CPT ye ku li hemberî Rêbertî bi erka xwe rabe, lê belê piraniya rêxistinên mafên mirovan bi dewleta Tirk re şirîk in.

Di  dawiyê de Mistefa Ebdî bang li gelê Kurd, rewşenbîr, siyasetmedar û mafnasan kir ku ji bo tecrîda li ser Rêbertî dengê xwe bilind bikin, ji ber dema bêdeng bimînin dewleta Tirk digihêje armanca xwe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FQ9ibK6UI8o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>