Çeteyan 16 sivîl li Efrînê revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê piştrast kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 16 sivîl ji Efrînê revand.

Çeteyan 16 sivîl li Efrînê revand
19 tebax, 2020   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinê piştrast kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker rêzesûcên xwe yên li dijî sivîlan li Efrînê didomînin.

Rêxistinê diyar kir ku di 15-8-2020`an de polîsa leşkerî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi tawana endamtiya hêzên cewherî 16 kes ji gundê Ereb Şêxo li navçeya Mabatayê revandin.

Rêxistinê tenê navên 5 kesan bi dest xist: Hesen Mihemed Eyub, Cemal Ebdo Abûş, Elî Abdo Abûş, Mihemed Ebdo Abûş û Fuad Ebid Mihemed. Her wiha rêxistinê bal kişand ku navên kesên din bi dest nexistine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Efrînê, diyar kir ku çeteyan li bermaberî serbestberdana sivîlan ji malbatên wan 300-500 lîreyên Tirkiyê xwestine. Rêxistinê bi bîr xist ku malbatan neçar mane ku fîdyayan bidin û got revandina sivîlan li gundên navçeya Mabatayê hîna berdewam e.

(şx)

ANHA