Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîlan li gundewarên Til Temirê revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê du sivîl ji gundê Dibse yê li gundewarên Til Temirê revandin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîlan li gundewarên Til Temirê revandin
18 tebax, 2020   11:21
HESEKÊ

Sûcên artêşa Tirk a dagirker ên bizanabûn li dijî sivîlan li gundên ku dagir kirine û gundewarên navçeya Til Temirê didomin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, hewl da milkên sivîlan ên li gundê Dibse yê dagirkirî li rojavayê gundewarên navçeya Til Temirê li nêzî rêya M4 talan bikin.

Lê dema sivîlan rê neda ku çete milkên wan bidizin û dijberî siyasetên wan derketin, çeteyan du ji wan revandin û birin cihekî nediyar.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina herêm û pêkanîna guhertina demografîk, dem bi dem sûcên cuda li dijî sivîlên gundên li ser eniyên şer ên gundewarên Til Temirê pêk tînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dOQl2nPp79U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>