Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir

Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya xwe li bajêr kir. Bi rêya vê projeyê û piştî bikaranîna sê hilmijên nû, dê av bê navber bigihêje bajêr.

Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir
Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir
Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir
Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir
Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi mezintirîn projeya avê kir
18 tebax, 2020   11:21
TEBQA

Projeya avê li gorî lêkolîn û raporên Yekîneya Avê ya Tebqayê pêk hat. Li gorî wan lêkolîn û raporan, asta ava ku ji bendava Firatê tê kêm e. Ji ber wê pêwîstî bi projeyekê hebû ku vê kêmasiya ku bû sedem av negihêje piraniya taxên bajêr, çareser bike.

Niha xebat li ser du beşan pêk tê; ya yekê amadekirina cihê hilmijan li berava rojavayê gola Firatê, ya din amadekirina xeta tore û dirêjkirina boriyan e. Proje beriya hefteyekê dest pê kiriye. Tê payîn ku di du meh û nîvan de bi dawî bibe. Werşeyên projeyê bê navber kar dikin. Tîma yekê berpirsa xebatên kolandinê ye û tîma duyem jî berpirsa dirêjkirina boriyan û bicihkirina wan e.

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx got: “Karîna her sê hilmijan di her çirkeyekê de digihêje hezar û 200 metrekabikan. Ev jî roleke mezin dilîze ku av di dirêjahiya 24 saetan de bigihêje bajar û azarên şêniyan ên di dema berê de bi dawî bike.”

Yekîneyê di çend rojên dawîn de xebatên restorekirina toreyên avê yên taxên Miseher, Skenderiye û çerxerêya El-Adhan bi dawî kirin. Ji ber xwezaya taxan a bilind û ji ber zexma avê ya kêm, av nedigihaşt hinek malan.

Çeteyên DAIŞ`ê beriya ku ji bajêr bêne derxistin, depoyên stûnî yên bajêr wêran kirin û bûn sedem ku av li piraniya taxên bajêr bi taybet ên li dûrî stasyona parzûnkirinê qut bibe. Ew depoyên stûnî av bi zexmeke mezin hilmijî cihên bilind ên taxên dûrî stasyonê dikir.

(şx)

ANHA