Li Tirbespiyê werşeyeke dirûtina maskan hat vekirin

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Tirbespiyê werşeya dirûtina maskan çêkir û dê mask ji bo karker, karmendên şaredariyê û şêniyên serî li saziyan didin, bê pere be. 

Li Tirbespiyê werşeyeke dirûtina maskan hat vekirin
18 tebax, 2020   11:00
QAMIŞLO

Bi berbelavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryardayîna Rêveberiya Xweser a lixwekirina maskan li deverên giştî wek tedbîreke pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê re, pêdivî bi hejmareke mezin ji maskan çêbû, bi taybet ji ber ku herêm di dorpêçê de ye. 

Ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyên navçeya Tirbespiyê û saziyên wê yên xizmetguzariyê, Nivîsgeha Jinan a Şaredariya navçeya Tirbespiyê werşeyeke dirûtina maskan vekir.

Endama rêveber a nivîsgehê Efîfa Silêman îşaret pê kir ku nivîsgeha jinan bi rêya vekirina werşeya dirûtina maskan hewl dide maskan ji karker û karmendên şaredariyê re dabîn bikin, her wiha li şêniyan bê pere belav bikin. 

Efîfa Silêman bal kişand ser ku ev werşe bi dilxwazî hate avakirin û tê de nêzî 10 jinên xebatkarên Şaredariya Gel dixebitin û dê maskan li şêniyan bê pere belav bikin.

Efîfa Silêman daxuyand ku ew her roj sed maskan çêdikin û hewl didin werşeyê berfireh bikin ku pêdiviya şêniyan ji maskan peyda bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vrfACY6halM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>