Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 1

Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 1
18 tebax, 2020   00:23
NAVENDA NÛÇEYAN- HEVÎ HESEN

Polîtîkayên şerê taybet ên di çarçoveya lihevkirinên li dijî jinan de

Polîtkayên li dijî jinan, nîjadperestî, mêtingerî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî li ser bingeha modernîteya kapîtalîst li hev dikin. Li herêmên şer lê heye yan jî li dewletên ‘herî pêşketî’ yên modernîteya kapîtalîst li dijî jinan şerekî neîlankirî tê meşandin.Qirkirina jinan di hemû qonaxên dîrokê de li ser zayendpereestiya civakî xwe îfade kiriye, hem ji aliyê zayendî hem jî ji aliyê çendaniyê ve qirkirina herî berfireh rave dike. Pêdiviyeke ji her tiştî girîngtir e ku mêtingeriya çandî, îdeolojîk, civakî û fizîkî ya sîstematîk bi hev re xwe nîşan bide. Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Zayendperestî wek çekekê di domana dîrokê de ji hêla pergalên şaristaniyê ve (li dijî civaka exlaqî û polîtîk) hatiye bikaranîn.” Ji ber vê yekê ye ku qirkirina jinan wek qirkirina civakê tê pênasekirin.

Her wiha ev dîrok, dîrokeke qirkirinê ya sîstematîk e. Ji bo ku ev dîrok bê zanîn divê ev yek were fehmkirn; qirkirina jinan awayekî ew qas berfireh ê mêtingeriyê ye ku bi tenê bi tundiya fizîkî yan jî meyldariya biyolîjîk nayê îzahkirin. Lê belê di lîteratura dîrokê ya serdest-pozîtîvîst a mêran de bi rabirdû û roja xwe ya îroyîn re ji xwe re cihekî sereke peyda dike. Ji ber ku ne tenê pirsgirêka jinan, her wiha têkildarî tevahiya mirovahiyê nirxandineke cuda dike, vê qebûl nakin. Heke qirkirina jinan   bê qebûlkirn, ev tespît bi xwe dê bibe sedem ku têkiliya dîrok, civak û dewletê ji nû ve û bi alîgiriya azadiyê were avakirin.

TUNDÎ BI ‘LIHEVKIRINAN’ DIDOME

Polîtîkayên qirkirina zayendî yên pergala mêrserwer ên li dijî jinan, ji serpêhatiyên kesane heta aîdiyetên komî, bi awayên cuda domiya-didome. Qirkirin zayendê ji pênaseyek wiha berteng re destûrê nade ku wek “tundiya li herêmên şer, tundiya zayendî, tundiya li kargehan” were  pênasekirin. Polîtîkayên li dijî jinan, nîjadperestî, mêtingerî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî li ser bingeha modernîteya kapîtalîst li hev dikin. Li herêmên şer lê heye yan jî li dewletên ‘herî pêşketî’ yên modernîteya kapîtalîst li dijî jinan şerekî neîlankirî tê meşandin.

TECAWIZ JI BO QIRKIRINA CIVAKÊ KIRIN NAVGÎNEK

Ji destpêka dîroka baviksalar heta niha, li ser cîhanê şer tu carî kêm nebûn. Bandora civakî ya wan şer û pevçûnan jî herî zêde li ser jinan çêbû. Desthilatên mêran ên faşîst ên netewedewletan ku navgîna kevneşopa dewleta baviksalar a sedsala dawîn e, qirkirina jinan wek şertê pêşîn ê qirkirina civakê her tim berfirehtir kir. Bi stratejiya “ewilî li jinan bidin” di şerên li dijî civak, gel û nasnameyan de di serî de jin kirin hedef. Di sedsalên 20 û 21’emîn de, di şerên parvekirina hegemonyayê de leşkeran tecawizî bi sed hezaran jinan kir an jî îstîsmara zayendî lê kir. Li herêmên şer û pevçûnan tecawizkirina jinan bû sûcê şer ê herî berbelav û bêexlaq û ji bo ku eniya dijber ji aliyê exlaqî ve têk bibe û qirkirina civakê pêk bîne, wek navgînekê hate-tê bikaranîn.

BEDENÊ WEK QADA FETIHKIRINÊ DIBÎNIN

Ne belasebeb e ku jin wek temsîla çanda civakî di şeran de dibin navgîna tacîz, tecawiz û her cure zext û zordariyê. Heke jin bi dest bikevin, erdnîgarî û civak jî pê re bi dest dikevin. Nemaze di civakên Rojhilata Navîn de jin û welat wekî hev tên dîtin.

Ji aliyekî din ve namûs, ku di di çorveya têgihîştina pergalê û mêran de li gorî kodên zayenda civakî hatiye pênasekirn, sedema sereke ye ku tundiya li ser jinan bigihêje encamê. Di civakê de “pîskirin” û “desteserkirina” jinan ji mêran re wek felaket tê hesibandin. Pergala heyî jinan dike milk û ev yek jî dihêle berê tundiyê di serî de li jinan vegere. Lewma jî desthilata mêran a mêtinger-dewletperest bedena jinan ji xwe re dike qada fetihkirinê ya destpêkê. Ne tesaduf e ku li Bosniyayê Sirp, li Almanyayê nazî, li Şengalê DAIŞ û hwd tecawiz kir alav û taktîkeke şer.

Her wiha polîtîkaya qirkirinê ya li dijî jinan bi tenê bi şeran ve sînordar nema-namîne. Civaka baviksalar ji ber ku dêreya wan kurt e, jinan qetil dike, girseyên qerebalix jî ‘ji berk u ne li gorî exlaq e’ jinan recm dike. Ev her du jî berhemên heman feraseta zayandperest in. Heke em li daneyên saziyên pergala kapîtalîst jî binêrin, rewşa jinan a kambax aşkera dibe. Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2019’an de bi navê “Pêşvaçûna Jinan a Cîhanê” raporek weşand. Li gorî raporê cînayetên jinan ji sedî 60 bi destê endamên malbatê pêk tên. Ji 10 welatan tenê 4, tecawiza di rewşa zewacê de wek sûc qebûl dikin. Li gelek welatan jî tecawizkar bi mexdûrê re dizewicînin û ji lêpirsînê xilas dibe. Ji sedî 35’ê jinan di jiyana xwe de herî kêm carekê tundî lê tê kirin. Jin û zarokên keçîn ên di navbera 15-49 saliyê de, ji her pêncan yek, ji aliyê xizmên xwe ve rastî tundiya fizîkî û zayendî  tê. 500 milyon jin û zarokên keç bi “sinnet”ê seqet dikin. Bi kurtasî, ji welatên herî pêşketî heta yên herî xizan, li tevahiya cîhanê nîvê civakê di cendereya tundiyê de jiyana xwe didomîne.

ŞERTÊ PÊŞÎN Ê AZADIYÊ: XWEPARASTIN

Helbet divê em jin, artêşên dewletan ên mîlîtarîst ên klasîk û qadên şoreşa civakî yên xwedî îdeolojî û xweparastineke azadîxwaz ji hev cuda bikin. Ji ber ku parastina jinan “Mijareke ew qas girîng e ku nikare li ber bextê mêran bê hiştin.”

Ji ber ku rêya bi hişmendiya azadiyê ber bi rizgariya jinan ve diçe, lingê xwe yê herî girîng hişmendiya xweparastinê ye. Her kêliyeke jiyana jinan hatiye dagirkirin û tehekkum li ser hatiye çêkirin. Ev yek jî nîşan dide ku wek şertekî pêşîn ê azadiya li qadên şer û pevçûnan ku em tecrubeya jinên Kurd a xweparastinê ji nû ve binirxînin. 

Nemaze di dîroka nêz a Rojava de, jinan bala tevahiya cîhanê kişande ser xwe. Divê em di vê çarçoveyê de li vê yekê binêrin. Divê tecrubeya jinên Kurd bi jinên cîhanê re were parvekirin û li dijî dijminahiya jinan (mîzojenî) bi tevkariyê enternasyonalîzma jinan were avakirin. Sekna jinan û sekna hêzên azadiyê dê karakter û domana sedsala 21’emîn diyar bike.

Heke em bi tenê li şer û pevçûnên sedsala dawîn binêrin û serpêhatiyên jinan di wan şeran de bidin ber çavan, asta qirkirina jinan derdikeve holê.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dema ku leşkerên Alman Belçîka û Fransa dagir kirin, tecawizî bi hezaran jinan kirin. Piştre ji bo lêkolînkiria van bûyeran komîsyonek hate avakirin lê belê hejmareke teqez xuya nebû, bi ser de jî ji ber peymanên siyasetmedaran piraniya wan bûyeran nixumandin. Gelek bûyerên bi heman şiklî li welatên din ên şer lê heyî jî pêk hatin. 

ZAYENDA QIRKIRNÊ: JINÊN ERMEN Û SURYAN

Dewleta Osmanî ber bi pêvajoya hilweşînê ve kete Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dûre jî komkujiyeke herî mezin a di sala 1915’an de pêk anî. Ew komkujî li dijî du gelên kevnar ên Mezopotamyayê pêk hat, tê de ji milyonekê zêdetir Ermen û nêzî pênc sed hezar Suryan/Aşûr/Keldan hatin qetilkirin. Di wan komkujiyan de jî dîsa jin hatin qetilkirin, tecawiz lê kirin, da ku fihûşê bikin zor lê kirin û desteser kirin ku pê re trawmayên gelekî mezin çêbûn.

Li gorî polîtîkayên qirkirinê yên Osmaniyan ên li dijî gelên xiristiyan, di destpêkê de mêr hatin qirkirin û yên mayî jî ber bi çolistanên Sûriyê ve şandin. Ev yek wek ‘tehcîr’ hate binavkirin û piştî demekê jî bû “rêwîtiya ber bi mirinê ve”. Di karwanan de kal û pîr, jin û zarok hebûn. Di rêyan de bê hesab jin hatin revandin. Yên li ber xwe dan jî, hatin kuştin. Her wiha bi hezaran jinan bi fikra ku nikarin li ber îşkenceyan xwe ragirin, xwe kuşt.

Di pêvajoya Komkujiya Ermenan de di encama tehcîrê de bi hezaran jin ji malbatên xwe hatin qutkirin. Piştî ku mêr hatin qirkirin, êdî dor hatibû jinan. Piştî wê jî êdî kal û pîr, jin û zarok hatin tehcîrkirin. Jinên hatin revandin û bi darê zorê kirin misilman, bi demê re nasnameyên xwe ji bîr kirin û êdî nekarîn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ji bo jiyana xwe û xizmên xwe ji bilî qebûlkirina misilmantiyê tu vebijêrkeke wan nemabû. Li gorî daneyên lêkolînerên komkujiyên Ermen û Suryanan, li Anatolyayê di navbera salaên 1915 û 1918’an de nêzî 700 hezar jinên misilman hatin qetilkirin. Ji wan 350 hezar di dema koçberiyê de hatin qetilkirin û yan jî ji birçînan mirin. Nêzî 100 hezar zarok bê xwedî man û ew zarok ji aliyê malbatên misilman ve hatin desteserkirin û binyada wan pê dane jibîrkirin.

Maryam Çîlîngîryan û Xanûm Ketencîyan di 1915’an de ji bo ku gelê xwe biparêzin, li Rihayê ji 25 jinan yekîneyek çêkir. Her wiha jinan li gelek deverên Anatolyayê yekîneyên berxwedanê ava kirin.

SÛCÊN ŞER ÊN NAZIYAN Û JIN

Derket holê ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de leşkerên Alman destdirêjî bi hezaran jinên Rûs û Cihû kiriye. Rûpelên dîrokê yên xuya nabin jî bi têkoşînên jinan ên li dijî faşîzm û dagirkeriyê tijî ne.

Bi awayekî zelal hejmara mirovên ku piştî qirkirina Cihûyan hatine kuştin, nehat zanîn lê tê diyarkirin ku di ser 5 milyonan re mirov hatine qetilkirin. Ji wan mirovan 2 milyon wek jin derbasî qeydan bûne. Jin, li getto û kampan di karên mecbûrî de anku di deneyên ne etîk de bi awayekî hêsan hatin bikaranîn. Di vê demê de bi hezaran jin li dijî faşîzm û qirkirina jinan derketin û têkoşîneke mezin nîşan da. Hin jin an endam an jî serokên rêxistinên berxwedêr ên gettoyan bûn. Tişta ku ew dikirin hedef, ne tenê zayenda wan, girêdana wan a olî û polîtîk jî bû.

Li dijî naziyan berxwedana sivîl a yekemîn û komî jinan pêk anî. Ji bo rizgarkirina hevjînên xwe jinên ‘Aryan’ ên bi Cihûyan re zewicandî, li Rosenstrasseyê, jinan serkêşiya çalakiyê kir ku bi rojan berdewam kir.

Yek ji van jinên berxwedêr Lîrî Gero bû. Di 13 saliya xwe de li Albanyayê li dijî dagirkeriya naziyan şer kir. Bi 68 jinan re destpêkê tev li Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Albanyayê û piştre jî tev li 16’emîn Tûgaya Êrişê bû ku di dîroka berxwedana wê de xwedî cihekî girîng e. Di êrişekê de naziyan ew bi tesadufî dît û qetil kir. Her 68 jinên ku tev li berxwedanê bûbûn, îro jî bi rêzdarî tên bibîranîn.

Tsola Dragoyçeva, navê kod Sonya bi kar dianî û remzeke berxwedanê bû. Wek xewna tirsnak a naziyan hat bibîranîn. Bi wê re bi milyonan jinên Bulgaristanê, di şerê antîfaşîzmê de cih girt.

Elizabeth Rose ku ji leşkerên di eniyê de nameyên ku wan teşwîqî şer bike, dinivîsandin, Freddie Oversteegen ku bi xwişka xwe Truss re di 14 saliya xwe de li dijî dagirkerên nazî sûîqast û sabotaj pêk dianîn, tev li operasyonan dibûn, jinên li kampan diman.  Hê gelek jinan di eniyên pêş ên berxwedanê de cih girt.

Sibê: Li Rojhilata Dûr sûcên şer ên li dijî jinan

ANHA