Li Til Temirê dermanfiroşek maskan bê pere li şêniyan belav dike

Dermanfiroş Behzad Sîno li navçeya Til Temirê maskan bê pere li şêniyên navçeyê belav dike. Sîno bang li tevahiya dermanfiroşan kir ku mîna vê însiyatîfê bidin destpêkirin.

Li Til Temirê dermanfiroşek maskan bê pere li şêniyan belav dike
17 tebax, 2020   11:40
HESEKE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî derketina nexweşiya Koronavîrusê (Covid-19) li çend bajaran, qedexeya derketina derve li hemû herêmê ferz kir.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara nexweşên pandemiya koronayê li tevahiya bajarên bakurê Sûriyê gihaşt 205 nexweşan. Di nav de 26 nexweş baş bûne û 14 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser duh biryara ferzkirina bikaranîna maskan li tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir. Rêveberiyê destnîşan kir ku kesên vê biryarê binpê bikin, dê wek ceza pere bidin.

Ji ber dorpêçê û şerên ku li herêmê berdewam in, madeyên tenduristiyê li herêmê kêm in, yên heyî jî gelekî biha ne.

Dermanifroş Behzad Sîno însiyatîfeke civakî da destpêkirin û 2 hezar mask li şêniyên navçeya Til Temirê bê pere belav kirin.

Sîno daxwaz ji hemû dermanxaneyên herêma Cizîrê kir ku li gorî karînên xwe maskan bê pere li şêniyan belav bikin û rolekê di sînordarkirina belavbûna Koronavîrusê de bilîzin.

Her wiha Sîno bang li şêniyan kir ku bi awayekî cidî nêzî mijarê bibin û tevahiya tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ragihandine, pêk bînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5KIwsyyHzY0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>