Rêxistineke hiqûqî: Li Efrînê siyaseta guhartina demografiyê berdewam e

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê belge kir û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên artêşa Tirk bînin. Rêxsitinê diyar kir ku li gel berdewamiya sûcan, guhertina demografî didome.

Rêxistineke hiqûqî: Li Efrînê siyaseta guhartina demografiyê berdewam e
17 tebax, 2020   02:26
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di Çileya 2018’an ve êrşî kantona Efrînê kir û di Adara heman mehê de dagir kir, ji wê rojê heta niha li dijî şêniyên Efrînê sûcên dermirovî pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafên  Mirovan a Efrînê rêzesûcên dewleta Tirk û  çeteyên wê yên di vê mehê de pêk anîne belge kir û berdevkê rêxistinê Îbrahîm Şêxo ev tişt got:

PROSEYÊN QETILKIRINÊ…NE SEDEM Û NE KUJER DIYAR IN

Îbrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di 6’ê Tebaxa 2020`an de zarokê bi navê Bekir Fuad (14) ku ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şêra ya kantona Efrînê rastî sûcekî hovane hat. Heman demê de şêniya bi navê  Gulê Ferec (23) jî rastî sûcên hovane hat. Cenazeyê herduyan li nava darên gundê Dêrsewan ê nêzî sînorê Tirkiyê hatin dîtin. Şopên îşkenceyê li ser cenazeyên wan hatin dîtin, ne sedemên sûcan û ne jî kujer diyar in.”

JI BO FIDYAN PROSEYÊN REVANDIN Û GIRTINÊ

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku îstixbarata Tirkiyê bi hevkariya çeteyên  Feysel  Feyleq El-Şam di 8’ê Tebaxê de sê welatiyên temen mezin ji gundê Şadîra yê navçeya Şêrewa revandin. Navên wan jî wiha ne; Jina bi navê Fikret (60), hevserê wê Mihmed Elo yê bi navê Hec Bixo tê naskirin û Reşîd Mihmed Seydo (65). Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Di 11’ê Tebaxê de polîsên leşkerî yên artêşa Tirk girtin ser gundê Birîmca yê navçeya Mabtlî, şêniyên bi navên Nurî Mistefa Bekir (65), Esed Xelîl Murad (60), Şêxo Ebdo Oso (65), Faiq Sebrî Musa (35), Ebdo Xelîl Ebas (70) bi hinceta ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, revandin. Paşê ew şandin navenda bajarê Efrînê û li hemberî serbestberdana wan ji malbatên wan 210 hezar lîreya Sûriyê xwestin.

Şêxo bi lêv kir ku siyaseta guhartina demografiya herêmê berdewam e û wiha pêde çû: “Mînaka herî nêzîk jî artêş Tirk bi hevkariya meclisên herêmî yên daye avakirin, ji wan xwest ku dibistanên olî li şûna navendên yekitiya Êzidiyan ava bikin. Lewma di salvegera komkujiya Şêngalê ya ku 2014`an de pêk hatibû, sitûnên dibistanê danîn. Di heman demê de Komeleya Şêx Abdullah Nûrî El-Kiwêtî bi hevkariya Rêxistina Eyadî El-Beydaa beşdarî avakirina vê projeyê bûn.”

Her wiha çeteyên Sultan Mihmed El-Fatih li gundê Birêmica gora Şêx Mihemed rûxandin û li nava gorê li şûnwaran geriyan.

Şêxo bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê rawestînin.

(eh)

ANHA