Şaredariyên Til Hemîsê budceya projeyên çareya sêyemîn a îsal diyar kir

Ji bo diyarkirina budceya projeyên çareya sêyemîn a sala 2020`an, Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê ya kantona Qamişlo ji Şaredariya Til Hemîs û 4 şaredariyên din (Ebû Cirin, Til Ehmed, Ûkaz, Ceza) ên girêdayî wê re civînek li dar xist.

Şaredariyên Til Hemîsê budceya projeyên çareya sêyemîn a îsal diyar kir
Şaredariyên Til Hemîsê budceya projeyên çareya sêyemîn a îsal diyar kir
Şaredariyên Til Hemîsê budceya projeyên çareya sêyemîn a îsal diyar kir
Şaredariyên Til Hemîsê budceya projeyên çareya sêyemîn a îsal diyar kir
16 tebax, 2020   16:25
QAMIŞLO

Civîn li navçeya Ûkaz hate li darxistin û endamên Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê, şaredariyên girêdyaî wê û hevserokatiya navçeyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê Mesûd Yûsif axivî û îşaret bi sedemên derengmayîna projeyên xizmetgûzariyê kir, ku yek ji wan êrişên Tirkiyê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û belavbûna Koronavîrusê ye.

Şaredariyên navçeya Til Hemîsê projeyên xwe yên xizmetgûzariyê ku dê di çareya sêyem a sala 2020`an de pêk bîne, pêşkêş kir. Budceya wan projeyan 200 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Piraniya projeyên çareya sêyem a vê salê ku Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê li ser erê kiriye, di radeya yekemîn de girêdayî avê, rêyan, berdewamkirina projeyên kanalîzasyonê û piran in.

Şaredariyên Til Hemîsê ji Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê xwest ku budceyeke zêdetir bide wan û rewşa herêmê di ber çav re derbas bike. Herêm ji rûberek berfireh pêk tê û 350 gund girêdayî wê ne. Li piraniya wan gundan pêdiviyên jiyana rojane wekî rê û ava vexwarinê kêm in ji ber ku berê ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatibûn paşguhkirin.

(cx)

ANHA