Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê sûcên plankirî berdewam in

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re sûc û binpêkirinên 15 rojên dawî yên ku hêzên dagirker li dijî niştecihên Efrînê û xwezaya wê dikin, eşkere kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê sûcên plankirî berdewam in
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê sûcên plankirî berdewam in
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê sûcên plankirî berdewam in
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê sûcên plankirî berdewam in
16 tebax, 2020   15:36
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

LI CINDIRÊSÊ TAXEK FIROTINE ÇETEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên li Efrînê girtine, diyar kir ku çeteyên bi navê Nûredîn El-Zinkî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê taxek şêniyan bi 56 lîreyên Sûrî (25 hezar dolar Amerîkî) firotin çeteyên Ehrar El-Şerqiya. Çavkaniyan gotin, çeteyên Ehrar El-Şerqiya şênî agahdar kirin ku malên xwe vala bikin da ku bifroşin xelkên ji Idlib û herêmên din ên ku li Efrînê hatine bicihkirin.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ XWEZAYÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Omara yê navçeya Şerayê zeviyên çandiniyê şewitandin.

Her wiha bal kişand ser vê yekê ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bi fermana Istîxbarata Tirkiyê, niştecihên resen ên li navçeya Bilbilê beşdarî sûcên xwe dikin, mîna sûcên qutkirina daran li çiyayê Hawar heta gundên Gobek û Gulîlka yên navçeya Mabatayê.

Li gundên navborî zêdeyî 100 karker hatine neçarkirin ku darên çiyayê Hawar bibirin. Darên li gundên Gulîlîka hatine birîn wekî êzing ji aliêy Îbrahîm Çîlo û Elî Xelîl Hemo ve têne firoatin. Beşê din jî wekî komer li bazarên Efrîn û Idlibê têne firotin û beşek mezin jî derdixînin Tirkiyê û bi buhayê bilind difroşin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, bal kişand ser siyasetên tirkkirinê û got, dagirkeriya Tirk şerê nasnameya kantona Efrînê didomîne, planên xwe yên mêtîngeriyê didomîne. Di vê çarçoveyê de malbatên çeteyên Tirkmen li şûna niştecihên resen ên hatine koçberkirin bi cih dikin.

Rêxistinê destnîşan kir ku li dijî şêniyên resen ên li kantonê mane her cûre binpêkirin û sûc ji revandin, êşkencekirin, dizî talankirina milkan têne kirin. Da ku wan tengav bikin û neçarî koçberkirinê bikin.

LI GUNDÊN ÊZIDIYAN KAMP TÊNE AVAKIRIN

Rêxistinê, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li derdora gundê Tirindê yê navenda bajarê Efrînê, heta navçeya Şêrawayê kampan ava dikin da ku malbatên çeteyên xwe lê bi cih bikin.

Di demên dawî de, leşkerên dagirker planên xwe berfireh kirine, li gundê Bafîlonê yê navçeya Şerayê ku piraniya niştecihên wê Êzidî ne kampeke mezin ava dikin. Her wiha kampek din ji bo kesên ku di demên dawî de ji parêzgeha Idlibê anîne, li qada gundê Afraza ya navçeya Mabatayê cihê ku pîrozbahiya Newrozê lê dihat lidarxistin, ava dikin.

Dagiker rê da kesên ji derve hatine ku dest deynin ser milên şêniyên gundê Qîbarê. Li vir jî sûcên birîna daran, avakirina malan li nêzî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li dijî berdewam in.

Rêxistinê diyar kir ku armanca avakirina van kampan guhertina demografyaya herêmê ye, ji bo hebûna niştecihên Ereb, Tirmen û malbatên çeteyan e tesbît bike.

ANHA