​​​​​​​Li Efrînê 3 sivîl hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê got, istîxbarata Tirkiyê li Efrînê 3 sivîlên Kurd revandin.

​​​​​​​Li Efrînê 3 sivîl hatin revandin
16 tebax, 2020   17:34
NAVENDA NÛÇEAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, got, di 13'ê Tebaxê de istîxbarata Tirkiyê 3 welatiyên Kurd ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê revandin û birin cihekî ne diyar e.

Li gorî malpera Efrîn Post, kesên hatin revandin ev in; Xelîl Menan Seydo (45), Kamîran Xelîl Seydo (22), Ferdî Xelîl Seydo (40).

Sedema revandina van kesan nehate zanîn.

ANHA