Şêniyên gundên rojavayê Kobanê bang li hêzên Rûsyayê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin

Sivîlên gundên rojavayê bajarê Kobanê nameyek bang li hêzên Rûsyayê kir destwerdanê bike û sûcên Tirkiyê yên li djiî sivîlan rawestînin.

Şêniyên gundên rojavayê Kobanê bang li hêzên Rûsyayê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin
16 tebax, 2020   13:40
KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêncşem û îna borî ji herêmên derdora bajarê Cerablusê yên dagirkirî, bajarokê Şiyûx û gundê Boraz ê kantona Kobanê topbaran kiribûn, ku sivîl lê hene.

Hêzên Rûsyayê serdana cihê topbaranê kir. Sivîlên gundên rojavayê kantona Kobanê pêşwaziya wan kiribin û topbarana Tirkiyê û bêdengiya hêzên Rûsya yên li herêmê li hemberî sûcên dewleta Tirk red kirin.

Li gundê Borazê, jinekêk ku xîtabî fermandarekî Rûs kir got: "Heta kengî wê sûc li dijî me berdewam bin? Ne hûn û ne jî hêzên Amerîkayê sînorekî ji Erdogan re danayinin."

Her wiha destnîşan kir ku ev 7 sal in ji aliyê Cerablusê ya dagirkirî li dijî wan êriş tê kirin, gelek şêniyên gundê Borazê û gundê derdora wê ji ber êrişên Tirkiyê û çeteyên wê bûn qurbanî.

Jina ji gundê Borazê got: "Em dikarin di rewşek wiha de bijîn, ev bêdengî ji bo çi ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mYlJEspxu2I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>