Wezareta Karên Derve ya Iraqê rê li pêşiya derbasbûna welatî û rayedarên Tirk girt

Îro Iraqê bersiva binpêkirina Enqerayê ji serweriya welat û êrişên ku pêk anîne da û serdana rayedarên dewleta Tirk betal kir, dergehên sînor û balafirgeh li pêşiya welatiyên Tirk girtin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê rê li pêşiya derbasbûna welatî û rayedarên Tirk girt
16 tebax, 2020   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf ji ajansa Nûçeyan a Iraqê(Wai) re diyar kir ku wezaretê du caran balyozê dewleta Tirk vexwend Bexdayê û muzekereya protostokirina êrişên dewleta Tirk li dijî serweriya Iraqê pêk anîne radestî wî kir. Di muzekereyê de daxwaz ji hikumeta Tirk kir ku navê sûcdaran eşkere bike û hesab ji wan bixwaze.

Her wiha Ehmed El-Sehaf destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve Fuad Hisên bi hempîşeyên xwe yên Ereb û biyanî re axiviye ku tevahiya welatên ereb û Ewropayê piştgiriya helwesta Iraqê dikin û di parastina yekitî û serweriya xaka Iraqê de piştevaniyê dikin.

Li aliyekî din jî wezaretê bi rêya muzekereya di navbera her du aliyan de ku 2009`an hate îmzekirin dan û standina bi dewleta Tirk re bisekinîne û biryara sekinandina serdana rayedarên Tirk ji Iraqê re da, nexasim serdana wezîrê parastinê yê Tirk. Muzekereya 2009`an a di navbera dewleta Tirk û Iraqê de ew bû ku bi rêya dergeh û balafirgehan re welatiyên tirk dikarin derbasî Iraqê bibin.

(eh)