Ji bo koçberên Serêkaniyê yên li Hesekê dimînin kampek hate vekirin

Meclisa kantona Hesekê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî  ya herêma Cizîrê di civînek çapemenî de vekirina kampekê ji bo pêşwazîkirina koçberên Serêkaniyên yên ku di dibistanên bajarê Hesekê de dimînin ragihand.

Ji bo koçberên Serêkaniyê yên li Hesekê dimînin kampek hate vekirin
16 tebax, 2020   12:34
HESEKÊ

Îro Meclisa kantona Hesekê bi koordîneya Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê civîneke çapemenî der barê vekirina kampeke nû ji bo pêşwazîkirina koçberên Serêkaniyê de li dar xist.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Serêkaniyê zêdetirî 80 dibistanên Hesekê bûn navendên bicihbûna koçberan. Ew jî zextek li dibistanên din ji aliyê perwerdê çêkir. Dewam li dibistanan dabeşî sê danan bû.

Civîn li kampa nû ya bi navê Kampa Serêkaniyê ya li taxa Xezil a bajarê Hesekê li dar ket. Tê de hevserokên Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê Welîda Botî û Hisên Elî, hevseroka Nivîsgeha Karûbarên Koçberan a herêma Cizîrî Gulistan Oso û hevserokên Kampa Serêkaniyê Zemzem Hisên û Salih Himêdî amade amade bûn.

Hisên Elî û Welîda Botî di civînê de bi zimanên erebî û kurdî axivîn. Hisên Elî di axaftina xwe de got: "Em îro vekirina Kampa Serêkaniyê ji bo pêşwazîkirina koçberên ku li dibistanên Hesekê bi cih bûne, radigihînin. Wek qonaxa yekemîn, me 620 kon ji bo 620 malbatan amade kir."

Hisên Elî wiha domand: "Di 20’ê vê mehê de em ê koçberan pêşwazî bikin. Kamp ji gelek aliyên bingehîn mîna av, toreya kanalîzasyonê, kehrebe û ava vexwarinê hatiye amadekirin. Têra 2 hezar û 660 kon dike.

Axêveran di dawiya civînê de bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku piştgiriya koçber û penaberên Kampa Serêkaniyê bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/um_gv6iADDw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>