Kongreya Star li  Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û gotin dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rihê berxwdanê destpê kir.

Kongreya Star li  Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir
16 tebax, 2020   08:15
BEYRÛT

Duh salvegera 36`an a Pêngava 15`ê Tebaxê ya ku fermandar Egîd li dij dewleta Tirk a dagirker dabû destpêkirin.

Kongreya Star bi vê boneyê li paytexta Lubnanê Beyrûtê civînek bi beşdariya bi dehan kurdistaniyan li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê bû, piştre endamên Koordînasyona Kongreya Star Şervîn Cûdî û Netwî Xemgîn axivîn û destnîşan kirin ku roja 15`ê Tebaxê rojeke dîrokî ye û roja vejînê ye.

Her du endaman têkoşer Egîd û tevahiya şehîdên azadiyên bi bîr anîn û bal kişand ser ku dîroka Tevgera Azadiya Kudistanê.

Civîn bi berzkirina dirûşmên bîranîna şehîdên azadiyê bi dawî bû.

ANHA