Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 kesên din bi vîrusa Korona ketine

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 22 kesên din bi vîrusa Korona ketine, 4 kes baş bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 kesên din bi vîrusa Korona ketine
16 tebax, 2020   06:47
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyand ku li bajarê Hesekê ji ber Koronavîrusê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 22 kesên din bi vîrusê ketine û kesê jiyana xwe ji dest daye 83`ê salî ye.

22 kesên ku bi koronayê ketine li van herêman in:

Li Hesekê 5

Li Qamişlo 7

Li Dêrikê 4

Rimêlan 1

Şehbayê 5

Mistefa da zanîn ku kesên bi vîrusê ketine 16 mêr û 6 jin in, 4 kes baş bûne û bi vê yekê hejmara baş bûne gihaşt 21`ê.

Hejmara kesên bi vîrusê ketine bi giştî gihîşt 204 kesan û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

(eh)

ANHA