Ciwanên şoreşger: Dixwazin bi fitneyê pêngava me reş bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger destnîşan kir ku tu têkiliya wan bi nivîsên ku kesên nenas li ser deriyê nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê nivîsandin tune ye.

Ciwanên şoreşger: Dixwazin bi fitneyê pêngava me reş bikin
16 tebax, 2020   06:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hinek kesên nenas hinek nivîs li ser deriyê nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê nivîsandin. Hin rayedarên partiyê û dezgehên çapemeniyê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi nivîsandina wan nivîsan, şikandina deriyê nivîsgehê û şewitandina ala Başûrê Kurdistanê tawanbar kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek girêdayî tawanên li dijî wan da.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek tê zanîn îro bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger bi şiyara “Em ê teqez bi ser bikevin” pênagavek li ser esasê rihê Pêngava 15’ê Tebaxê ya roja Cejna Vejînê ji aliyê me ve hate ragihandin. Ev îlankirina pêngava me ya “Em ê teqez bi ser bikevin” ji aliyê gelek ciwanan ve bi pîrozbahiyan hate pêşwazîkirin.

Bi dehan ciwanan diyar kir ku ew ê beşdarî vê pêngavê bibin û piştgiriya xwe nîşan da. Ev pêngav li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi pîrozbahiyên girseyî hate silavkirin. Li her deverê pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin. Me îlankirina pêngava xwe bi pîrozbahiyan pêk anî.

Di dema pîrozbahiya li Qamişloyê de, ji aliyê hindek kesên nenas ve ku xwestin vê îlankirina pêngava me di bin siyê de bihêlin, li ser deriyê buroya partiya PDKS’ê hindek nivîs hatine nivîsandin. Em vê yekê wek provokasyon dinirxînin û li dijî yekitiya gelê Kurd e. Em hemû aliyan vedixwînin hişyarbûna li dijî bûyerên wiha provokatîf. Em daxwaz dikin ku bûyerên wiha bi tevgera me ve neyên girêdan.”

(şx)

ANHA