​​​​​​​3 moşek li derdora balafirgeha Bexdayê ketin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku 3 moşekên katyoşya li derdora balafirgeha Bexdayî ya navdewletî ketin.

​​​​​​​3 moşek li derdora balafirgeha Bexdayê ketin
14 tebax, 2020   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyê di daxuyaniyê de ku Alsumaria News weşandiye got "3 moşkên katyoşya li derdora balafirgeha Bexdayê ya navdewletî ketine, bêyî ku ziyan çêbibin."

Şaneyê diyar kir ku moşek ji herêma Ridwaniyê ya başûrê paytextê hatin avêtin.