Çavkaniyên Lîbyayê: Balafirên şer ên Lîbyayê karwanekî çeteyên Wîfaqê bombebaran kir

Çavkaniyên Lîbyayê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Lîbyayê karwanekî çeteyên girêdayî hikumeta Wîfaq a Fayîz Serac li herêma Wadî Bay a rojavayê bajarê Sirteyê bombebaran kir.

Çavkaniyên Lîbyayê: Balafirên şer ên Lîbyayê karwanekî çeteyên Wîfaqê bombebaran kir
12 tebax, 2020   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, destnîşan kir  ku koma çeteyan a ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, hewl da ku bi awayekî veşartî derbasî bajêr bibe. Lê balafirên artêşa Lîbyayê ew kir hedef û bi temamî tune kir.

Lê çavkaniyan detayên girêdayî hejmara endamên koma çeteyan nedan. 

Heta niha tu aliyekî fermî girêdayî hedefgirtina Wadî Bay ê ku ji bo pergala parastinê ya artêşa nîştimanî nuqteyeke stratejîk ber bi Sirte û Cefrayê ve ji aliyê bakurê rojava ve, daxuyanî neda.

Ev êriş piştî rojekê ji hedefgirtina hêzên parastina peravê keştiyek ku qedexeya deryayî li hemberî peravên Ras Lanûf binpê kiriye, hat.

)eh)