Serokê hikumeta Lubnanê îstîfa dike

Serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyab, serokkomarê Mîşel Ewn agahdar kir ku ew dixwaze îstîfa bike, ji ber vê yekê rûniştina li qesra komarê veguhezî navenda hikumetê û dê ji wir îstîfayê ragihîne.

Serokê hikumeta Lubnanê îstîfa dike
10 tebax, 2020   11:40
BEYRÛT

Çavkaniyan bi bîr xist ku îro îstîfaya Hesan Diyab eşkere bû û ew ê Diyab mijara hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê pêşniyar bike û bi vî awayî ew ê zêde dengan di meclisa wezaretê de negire. Ji ber vê sedemê Hesen Diyab îstîfaya xwe pêşkêşî hikumetê bike. 

Wezîrê peywendiyan Telal Hewad got heke hikumet îstîfayê neke ew ê îstîfa tekez be, di dawiyê de ew ê tev li wezîrên serbixwe bibe, pê re jî dê hejmar bibe 5 kes, ew jî wezîrê karên derve Nasîf Hitî, heta ku li şûna wî yek were erkdar kirin.

(eh) ​​​​​​​