Rêveberiya Zanîngeha Rojava: Rapora North Press ne li gorî pîvanên rojnamegeriyê ye

Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê rapora North Press a girêdayî rewşa cihên mayîna xwendekarên zanîngehê, şermezar kir û got deriyên wê ji bo naskirina rewşa xwendekaran vekirî ne.

Rêveberiya Zanîngeha Rojava: Rapora North Press ne li gorî pîvanên rojnamegeriyê ye
10 tebax, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava îro daxuyaniyek girêdayî rapora ku ajansa North Press a têkildarî rewşa xwendekaran belav kiriye, da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ajansa North Press di hefteya derbasbûyî de raporek der barê rewşa cihê mayîna xwendekarên zanîngehê de belav kir.  Ajansê di şekldayînê de hevokên ne meslekî û ne layîqî xebatên rojnamegeriya bêalî û agahiyên nerast belav kirine. Ji ber wê em wek  Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava çend xalên girîng girêdayî detayên raporê destnîşan dikin.

Xala yekemîn: Divê her raporek mijarê ji tevahiya aliyên wê ve binirxîne. Mijara girêdayî rewşa cihêmayîna xwendekaran kêm e. Rapor di avahiyeke tenê ya xwendekarên bijîşkî de pêk hat. 10 avahiyên cihê mayîna xwendekaran li Qamişlo, Hesekê û Rimêlanê hene. Diviyabû rewşa hemûyan bihata şopandin.

Xala duyemîn: Rapor ku duristiya xwe tune ye, ji ber ku navên nerast hatine bikaranîn an jî jêderên ku navên xwe eşkere nekirine, hatiye amadekirin. Armanca bikaranîna navên nerast jî ew e ku xwendekaran ji rêveberiya zanîngehê bide tirsandin ku rêveberiyê her kesê wê rexne dike dê ceza bike. Ev yek gumanan girêdayî zanîngehê çêdike. Ruxmî ku xwendekarên zanîngehê mecliseke taybet ji xwe re ava kiriye û nûnerên wan di meclisa giştî ya zanîngehê de hene. Bi awayekî asayî civîn ji wan re li dar dikevin, rewşên wan têne guhdarkirin û nîqaşkirin.

Xala sêyemîn: Divê ajansê yan jî nûçegihanên wê bi Nivîsgeha Ragihandinê ya zanîngehê re koordîne bikira û destûr ji Rêveberiya Cihê Mayîna Xwendekarên Zanîngehê bigirta, piştre hevdîtin bi xwendekaran re pêk bianîna. Ne ku bi lez sê xwendekarên ku navên xwe eşkere nekirine, bide axaftin.

Xala çaremîn: Gelek rastî hatine paşguhkirin. Tevî astengiyên giştî û hewldana peydakirina hemû pêdiviyan di cihê mayîna xwendekaran de, lê ev yek bi zanabûn hatine paşguhkirin û agahiyên şaş di raporê de hatine gotin. Her wiha di rapora xwe de tenê agahiyên ku bi kêrî rapora wê tê ku hevserokatiya zanîngehê dane, bi bîr xistine.

Xala pêncemîn: Tu awayê meslekî di amadekirina raporê de tune ye. Gotinên teşhîrkirin û biçûkkirina zanîngehê û yên ne layîq hatine nivîsandin. Ev yek li dijî rêgezên rojnamegeriya bêalî ye. Zimanê ku rapor pê hatiye nivîsandin, zimanekî rexneyî nîn e, lê belê hewl pê tê kirin ku tawanên nerast li zanîngehê bar bike.

Desteyê piştî şîrovekirina van xalan, got deriyên wê ji tevahiya dazgehên çapemeniyê re vekirî ne da ku rewş û pirsgirêka xwendekaran nas bikin. Desteyê rave kir ku ji mafê her aliyekî ye ku rewşê bişopîne lê bi şertê ku li gorî xebatên rojnamegeriyê dûrî propagandayê be.

Her wiha desteyê da zanîn ku ew amadekariyên ragihandina mufadeleya sala nû dike û belavkirina mîna vê raporê di vê demê de, dihêle ku mirov ji armanca belavkirina wê bi guman be.

Di dawiyê de desteyê got: “Li gel ku Ajansa North Press mijarên aborî û civakî li gelemperiya herêmê dişopîne, ev dihêle ku em ji pêwîstî û girîngiya belavkirina mîna vê raporê di vê demê de bi guman bin. Em dibînin ku mîna van nirxandin û helwestên neyînî cihê şermezariyê ne.”

(şx)

ANHA