Asayîşa PDK’ê çalakvaneke jin destgîr kir

Li bajarê Hewlêrê duh bi şev çalakvaneke jin a bi navê Bihar ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate destgîrkirin.

Asayîşa PDK’ê çalakvaneke jin destgîr kir
10 tebax, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina ciwan a bi navê Bihar niştecihê bajarê Hewlêrê ye. Asayîşa PDK’ê duh bi şev bi ser mala Bihar de girt û ew destgîr kir. Tê gotin Bihar li asayîşa Hewlêrê tê ragirtin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Bihar ji ber ku tev li çalakiyên neteweyî bûye, hatiye destgîrkirin. Bihar çalakvaneke serbixwe ye û gelek caran tev li çalakiyên neteweyî û çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava bûye.

Her wiha Bihar yek ji endamên şandeya ku di dema berxwedana Efrînê de, ji Başûrê Kurdistanê serdana Efrînê kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku asayîşa PDK’ê di rojên dawî de dest bi girtina endamên RJAK, Tevgera Azadî û çalakvanên din ên civaka sivîl kiriye.