Li Sûriyê 63 kesên din bi Koronavîrusê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku li welêt 63 kesên din bi Koronavîrusê(COVID-19) ketin, her wiha jê 2 kes mirine.

Li Sûriyê 63 kesên din bi Koronavîrusê ketine
9 tebax, 2020   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku îro li welêt 63 kesên din bi Koronavîrusê ketine, bi wê re hejmara giştî dibe hezar û 188.

Wezaretê diyar kir ku 2 kesên bi Koronavîrusê ketibûn, jiyana xwe ji dest da ku bi wê re hejmara miriyan bû 52.

(fr)