Çeteyên Tirkiyê şêniyekî Girê Spî qetil kirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî şêniyek ji gundê Riz, qetil kirin. Beriya du rojan welatî hatibû revandin û piştî qetilkirinê cenazeyê wî avêtibûn li ser keviyên rê.

Çeteyên Tirkiyê şêniyekî Girê Spî qetil kirin
9 tebax, 2020   16:01
EYN ÎSA

Îro şêniyan cenazeyê şêniyê bi navê Abdullah Şehade yê ji gundê Riz ê başûrê Girê Spî yê dagirkirî li ser keviyên rêya nêzî gund dîtin. Her wiha çeteyan beriya wê bi 2 rojan ew revandibûn.

Lê heta niha tu agahiyên li ser sedem an jî ajoya revandin û qetilkirinê bi dest neketine.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fC_pK0-8ULM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>