Li Şehbayê kesekî din ji ber Koronavîrusê mir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li kantona Şehbayê kesekî din ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da.

Li Şehbayê kesekî din ji ber Koronavîrusê mir
7 tebax, 2020   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku kesê miriye, berî niha li kantona Şehbayê bi Koronavîrusê ketibû.

Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 66 kes bi Koronavîrusê ketine.

Ji dema ragihandina nexweşên Koronavîrusê li Şehbayê heta niha, ev nexweşê duyemîn e ku ji ber pandemiyê dimire.

(eh(

ANHA