Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û yên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
7 tebax, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê rêber Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê jî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran heman daxwaz kirin.