Li Nexweşxaneya Umer Elûş beşeke taybet ji bo karantînayê hate vekirin

Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ya navçeya Eyn Îsayê beşeke taybet a karantînayê vekir.

Li Nexweşxaneya Umer Elûş beşeke taybet ji bo karantînayê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Umer Elûş beşeke taybet ji bo karantînayê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Umer Elûş beşeke taybet ji bo karantînayê hate vekirin
Li Nexweşxaneya Umer Elûş beşeke taybet ji bo karantînayê hate vekirin
6 tebax, 2020   12:24
EYN ÎSA

Di çarçoveya tedbîrên ku ji aliyê Rêveberya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê ve ji bo pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiya Koronavîrusê de, beşa karantînayê hate vekirin.

Beşa karantînayê ji 5 odeyan pêk tê, her odeyek 3 text tê de hene. Ev beş ji aliyê  4 bijîşk, 8 hemşerî, muxedirek, mexberiyek, ajokar û 4 karkerên paqijiyê û karmendên pêşwazîkirinê pêk tê.

Dr. Salih El-Zahir berpirsê vê beşê tekez kir ku ew ji bo pêşwazîkirina kesên biguman amade ne. El-Zahir destnîşan kir ku di hefteya pêş de, dê 5 cîhazên nefesê bigihêjin wan.

Her wiha nexweşxaneyê ji bo agahiyên li ser kesên biguman ev hejmara telefonê ya giştî ragihand: 0998662942.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vhaEPVNyjMI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>