Herêma Kesk a Bexdayê bi moşekên hate hedefgirtin

Duh li Bexdayê çekên parastina asîmanî yên li balyozxaneya Amerîkayê bersiva moşekên ku  tê payîn ji cureya katyûşa bûn, dan.

Herêma Kesk a Bexdayê bi moşekên hate hedefgirtin
5 tebax, 2020   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku sîstema parastina moşekan (SRam) a Amerîkayê li balyozxaneya li Herêma Kesk bersiva moşekan  da.

Têkildarî mijarê El-Erebiye ragihand ku artêşa Iraqê ragihandiye ku wan 7 moşekên katyûşa  û dikeyên ber  bi Herêma Kesk a li naverasta Bexdayê dîtine û heta niha ne diyar e kê  ev  moşek avêtine.

eh