Şaredariya Reqayê dest bi dezenfektekirina kolanan kir

Şaredariya Reqayê dest bi hemleya dezenfektekirina kolanên bajêr kir. Her wiha herêmên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji çend rojan ve di karantînayê de ne. 

Şaredariya Reqayê dest bi dezenfektekirina kolanan kir
Şaredariya Reqayê dest bi dezenfektekirina kolanan kir
Şaredariya Reqayê dest bi dezenfektekirina kolanan kir
Şaredariya Reqayê dest bi dezenfektekirina kolanan kir
3 tebax, 2020   08:53
REQA

Piştî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 3 rewşên Koronavîrusê li Reqayê derketine, Şaredariya Gel dest bi hemleya dezenfektekirinê kir. Her wiha hemû herêmên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dê 14 rojan di karantînayê de bin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê Îbrahîm Reşîd ji ANHA`yê re got hemleya dezenfektekirinê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigirin. Her wiha bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin û xetereya belavbûna vîrusê li herêmê zanibin.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 3 rewşên Koronavîrusê li Reqayê derketin û ji ber wê jî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê biryara karantînayê li ser hemû herêmên girêdayî meclisê ferz kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/15IfwYHsOMw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>