Ji Kevana Zêrîn gavên ber bi pêşxistina sînemageriyê ve

Tevgera Kevana Zêrîn di çaroveya însyatîfa pêşxistina çanda sînemageriyê de, li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê çalakiyên sînemageriyê lidar dixe.

Ji Kevana Zêrîn gavên ber bi pêşxistina sînemageriyê ve
31 tîrmeh, 2020   05:35
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN – SÎMA BIRÛKÎ

Tevgera Kevana Zêrîn ji bo pêşxistin û belavbûna çanda sînemageriyê û çanda  "audios-visual (guhdarî- dîtbarî)” însyatîfek ragihand. Di çarçoveya vê însyatîfê de çalakiyên sînemageriyê li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê li dar dixe.

Ev însyatîf ji destpêka meha Tîrmehê ve her roja sêşemê pêk tê û dê heta dawiya meha Îlonê bi dawî bibe.

Însyatîfa pêşxistina sînemageriyê ya Tevgera Kevana Zêrîn, li taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê bi alaqeyeke mezin a şêniyên tê nîşandan. Endamên tevgerê fîlmên sînemagerî bi mijarên cûda, li ser alozî, şer, serkeftinên şoreşê, serpêhatiyên berxwedanê pêşkêş dikin.

Însyatîf, peyama aştî, jiyana hevbeş, sepandina çanda tunekirina tundiyê di civakê de û belavkirina çanda "audios-visual" dide.

Têkildarî hilbijartina sînemageriyê wekî alava belavkirina çanda aştiyê, endama Tevgera Kevana Zêrîn Beraa Hesen got: "Sînamegerî dikare dengê têkoşîna li hemberî şer bilind bike û mercên ku herêm tê re derbas dibin red bike. Ji ber ku çanda audios-visual amûra tekane ye ku li ser hemû nêrînan nîqaş dike, her wiha dikare çanda bi hev re jiyankirin û aştiyê xurt bike."

Fîlmên ku Tevgera Kevana Zêrîn pêşkêş bike,"Berxwedana 14'ê Tîrmehê, Dema Jin Hez Dike, Berfîn Jina Kurd A Ku Ji Çek Û Azadiyê Hez Dike, Lêgerînên Azadiyê, Şehîd Bêrîtan, Rêwiyên Şad  û fîlmên karton.”

Her wiha wê belgefîlmên Komîna Fîlman a Rojava û fîlmê "Ji bo Azadiyê, Berxwedana Kobanê, Çanda Stranbêjiyê li Şengalê, Darên Bi Tenê, Zarokin Em, Heskirin Di Rûyê Qirkirinê De, belgefîlmeke li ser komkujiya li Şengalê û Bajarên Wêrankirî" werin pêşandan.

Têkildarî fîlman, endama Tevgera Kevana Zêrîn Baraa Hesen wiha got: "Bi fîlmên ku em hildibijêrin em dixwazin peyamekî bidin. Mînak, fîlmên civakî, çandî, niştimanî, hene. Her wiha fîlmên ku pirsgirêka avakirina kesayeta jin a rizgarkirî, zordestiya li ser gelê Rojava, jin û zarokan hene.”

ANHA