Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê kesên ku di pêşbirga Şehîd Viyan Amara de bi ser ketin, xelat kirin.

Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin
Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin
Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin
Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin
Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin
26 tîrmeh, 2020   18:14
KOBANÊ

Pêşbirka Şehîd Viyan Amara di 7`ê Hezîranê de destpêkiribû û îro bi şahiyekê xelatên wê hatin belavkirin.

Şahiya belavkirina xelatan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê Leyla Ebdo axivî û şehîd Viyan Amara û rola wê di vejandin û belavkirina zimanê Kurdî de bi bîr anî.

Piştre parêzer Ferhad Baqir axivî û rola şehîd Viyan Amara di warê perwerdeyê de destnîşan kir. Di şahiyê de hunermend Stêrvan Bozan stran gotin.

Paşê endamên rêveber ên Yekitiya Rewşenbîran Leyla Ebdo, Selah Muslim, Şêrîn Şêxo û Hisên Mihemed diyarî li kesên ku bi serketine belav kirin.

Navên kesên serkeftî wiha ne: Lîlav Îsa, Xalîsa, Hesen Mihemed Misto, Zîlan Hemo, Evîn Teyfûr, Izet Hebeş, Setam Abdullah, Zozan Bozan, Fatme Baz, Necla Bozan û Nesrîn El-Elî.

Şehîd Viyan Amara ji avakerên saziya zimanê Kurdî ya li Kobanê ye. Piştî êrişên Cebheta El-Nusra û komên çeteyên din li dijî Kobanê di 2013`an de, Viyan tev li Yekîneyên Parastina Jin bû û li gundê Kendal ê li gundewarê Girê Spî di 25`ê Tîrmehê de şehîd bû.

(şx)

ANHA