Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi dawî kir

Li Akademiya Perwerdeyên Leşkerî ya Şehîd Dijwar Efrîn a li navçeya Eyn Îsayê dewreya yekemîn a bi navê "Şehîd Şiyar" bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi dawî kir
26 tîrmeh, 2020   17:48
EYN ÎSA

100 şervanên ji pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar dewreya perwerdeyê bibûn ku du mehan dewam kir. Di dewreyê de waneyên siyasî, bîrdozî, çandî û perwerdeyên leşkerî hatin dîtin.

Di merasîmê qedandina dewreya yekemîn a bi navê Şehîd Şiyar de de hejmarek fermadarên QSD, endamên meclisên kantona Girê Spî û Eyn Îsayê amade bûn.

Merasîm bi silavdayîna şehîdan û sûnda leşkerî dest pê kir. Piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya  Girê Spî Riyad El-Xelef bidawîkirina dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û ji wan xwest ku tişta di perwerdeyê de dîtine di jiyanê de bixin pratîkê.

Her wiha anî ziman ku divê şervan xwe ji aliyê leşkerî ve xurt bikin û amade bin, nemaze ku gefên êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwarin.

Di dawiya de şervanên ku beşdarî perwerdeyê bibûn merasîma leşkerî li dar xistin.

Şehîd Şiyar ê navê perwerdeyê lê hate kirin, ji bajarê Kobanê ye, di bersivayîna êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê de şehîd bû.

(rm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XOPvVjB7fx8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>