Karkerekî saziya kehrebeyê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da

Karkerê Saziya Enerjî û Pêwendiyan Mihemed El-Meşûq li navçeya Şedadê li ser karê xwe di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da.

Karkerekî saziya kehrebeyê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da
26 tîrmeh, 2020   12:26
HESEKÊ

Karkerê bi navê Mihemed El-Meşûq (33), ji bo çareserkirina pirsgirêkên xetên kehrebeyê li hundirê navçeya Şedadê, çû ser pircekî kehrebeyê. El-Meşûq ji ser pircê kete xwarê û bi giranî birîndar bû.

Mihemed El-Maşûq yekser ji aliyê hevalên xwe ve ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin, lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî, jiyana xwe ji dest da.

ANHA