Artêşa Iraqê: 4 moşek li barageha leşkerî ketin xwarê

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 moşekên Katyusha li ser barageha leşkerî ya Koalîsyona Navdewletî li başûrê Bexdayê ketin xwarê, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Artêşa Iraqê: 4 moşek li barageha leşkerî ketin xwarê
25 tîrmeh, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Moşek li barageha Besmayê ketin xwarê ku tê de leşkerên Spanya di çarçoveya têkoşîna koalîsyonê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hene.

Moşek û topên hewan baragehên hêzên koalîsyonê kirin armanc, her wiha di mehên derbasbûyî de jî moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin xwarê.

DYA`yê komên çekdar ên ku Îranê serkêşiya wan dike tewanbar kir.

Heta niha jî tu komên çekdar êriş negirtine ser xwe.

 (eh)