Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) kirin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwestin
25 tîrmeh, 2020   11:22
QAMIŞLO

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo hat vedan. Endamên Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), saziyên civaka sivîl û hevalên şehîd serdana kon kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Kon bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ û QSD`ê hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdullrehman axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û da zanîn ku berxwedan gel hişt ku dijmin têk biçe û wiha dewam kir: " Di destpêka vê şoreşê de dijmin xwest ku perçebûnê di nav civakê de çêke û xwest ku çandeke dûrî civaka me li ser me ferz bike, lê berxwedana vê civakê bi hemû pêkhateyên xwe ve hewldanên dijmin têk bir."

Her wiha endamê PYD`ê Rafî Ebas jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo), di 28`ê Hezîranê de li Reqayê di encamê êrişeke şaneyên veşartî yê çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

Herkîna gel ber bi konê sersaxiyê ve dewam dike.

( sb-mh)

ANHA