Macron hişyarî da dewleta Tirk û bang li YE`yê kir

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li Ewropayê kir ku cezayan li dewleta Tirk ferz bike, ji ber ku li rojhilatê Deryaya Spî sûcan pêk tîne.

Macron hişyarî da dewleta Tirk û bang li YE`yê kir
23 tîrmeh, 2020   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Emmanuel Macron û serokê Qibrisê Nikos Anastasiades civîneke çapemeniyê li dar xist û Macron tê de got heger Yekitiya Ewropayê (YE) dev ji ewlehiya herêma rojhilatê Deryaya Spî berde û nexasim ji Tirkiyê re bihêle ew ê sûcekî mezin bike, ev jî ji Ewropayê re ne pêşniyar e  û Fransayê derfetê nade ku ev yek pêk were.

Emmanuel Macron got ew dixwaze zêdetir ceza li ser kesên ku aliyê deryayî yê Yewnanistan û Qibrisê binpê dikin, ferz bike û bi vê yekê îşaret bi Tirkiyê kir. Macron diyar kir ku ew beş ji Deriyaya Spî ji welatê wan re aktîf e û doza enerjî û ewlehiyê cewherî ye.

Der barê dosyaya  Lîbyayê de serokê Fransayê Emmanuel Macron bang kir ku ceza li kesên destwerdana Lîbyayê dikin, bê birîn da ku agirbest û çareseriya siyasî çêbe.

(eh)