Balafirên şer ên Tirk Bradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe gundê Mêrge Reş ya herêma Bradostê barand.

Balafirên şer ên Tirk Bradost bombebaran kir
21 tîrmeh, 2020   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  nûçeya Roj News'ê, saet derdorî 17:00’an, balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundê Mêrge Reş ya herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barand.

Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye zeviyên çandiniyê yên gundiyan.