Komeleya Tîrêj sûcên dewleta Tirk ên li dijî astengdaran şermezar kirin

Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li herêma Firatê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî kesên astengdar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga rawestandina van sûcan kir.

Komeleya Tîrêj sûcên dewleta Tirk ên li dijî astengdaran şermezar kirin
18 tîrmeh, 2020   12:17
KOBANÊ

Beriya du rojan ciwanê bi navê Mehmûd Hesen Omerî ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest da ku 9 mehan di girtîgeha çeteyan a li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî de hatibû girtin. Têkildarî bûyerê Komeleya Tîrêj daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdariya astengdaran hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên dagir kirine, li dijî sivîlan hemû rêbazên sûcan pêk tînin; bi darê zorê sivîlan koçber dikin, diziya mal û milkan dikin û ji bo fîdyeyê wergirin sivîlan direvînin. Her wiha li herêmên dagirkirî bêewlehî heye û bi domdarî sûcên qetilkirinê hene û di encamê de bi dehan sivîl dibin qurbanî.

Li gel vê yekê heta astengdar jî ji sûcên dewleta Tirk bê par neman,, li herêmên wekî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî sûc li dijî astengdaran pêk anîn. Ji wan, revandin û darvekirina zarokê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl ê ji bajarê Efrînê û astengdar; piştî malbata wî hezar dolar hemberî serbestberdana wî nedan, ew bi dar ve kirin, her wiha bavê wî jî bi dar ve kiri.

Di heman demê de Firqet Hemzat beriya çend rojan li Serêkaniyê ya dagirkirî Mehmûd Hesen dema bi dêya xwe re hat malê, da ku li mala xwe binêre, ew revandin, çend mehan girtin û îşkence lê kirin û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Mistefa Mihemed jî astengdar e û ji bajarê Girê Spî ye, revandin û li hemberî serbestberdana wî fîdye xwestin. Li gel vê yekê li dijî sivîlan gelek sûc pêk anîn.

Em jî wek Komeleya Tîrêj a Astengdaran sûcên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de li dijî astengdaran, şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên peywendîdar ên parastina mafên astengdaran, rêxistinên navneteweyî û raya giştî dikin ku li dijî van sûcan bisekinin û van kesan ceza bikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aMEDBL3kjCM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>