Li gundên Dêrazorê binesaziya înternetê hate çêkirin

Piştî ku Bircê Meamil hate xebitandin û zêdetirî 100 holan ruxset standin, Nivîsgeha Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê înternet da gundên rojava û rojhilat.

Li gundên Dêrazorê binesaziya înternetê hate çêkirin
Li gundên Dêrazorê binesaziya înternetê hate çêkirin
Li gundên Dêrazorê binesaziya înternetê hate çêkirin
Li gundên Dêrazorê binesaziya înternetê hate çêkirin
18 tîrmeh, 2020   11:41
DÊRAZORÊ

Piştî du mehan ji kar û xebatê Nivîsgeha Peywendiyan bircê Meamil ê li gundên rojavayê bajarê Dêrazorê amade kir.

Birc îro hate xebitandin û piştî ku 100 holên înternêtê ruxsetên xwe standin, li gundên rojava û rojhilat înternet çêbû.

Gerînendeyê Nivîsgeha Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Yasir Îsa diyar kir ku ev gav ji bo zextê li ser bircê Siwer sivik bikin û hîn zêdetirî xizmeta welatiyan bikin, pêk hatiye.

Nivîsgehê her wiha buhayê înternetê jî kêmtir kir. Tê zanîn ku buhayê înterneta bi rêya şîrketên taybet dihat, pir biha bû.

(eh)

ANHA