Li Heftanînê bi sekvaniyê 5 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên sekvaniyê yên çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5 leşker hatin kuştin .

Li Heftanînê bi sekvaniyê 5 leşker hatin kuştin
18 tîrmeh, 2020   12:16
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ev agahî da: Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 17’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

Saet 09:40, 12:05 û 17:05’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Cûdî ya deverê Şeşdarê bicih bûbûn çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyan de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me di saetên nîvroyê de li dijî dagirkerên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdarê bi taktîka sekvaniyê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Saet 13:00’an hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bicih bibûn çalakiyeke sekvaniyê kir û leşkerek ceza kuştin.”

HPG’ê têkildarî êrişên esmanî jî ev agahî parve kir: “Balafirên şer ên artêşa TC’ê a dagirker 17’ê Tîrmehê saet derdorî  13:30’î devera Şehîd Dîren a Herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gel deverên Karker û Şehîd Şahîn a herêma Zapê bombe kirin. Di van bomberdûmanan de tu ziyan negihiştiye hêzên me, lê li herêmê şewat derketiye.”