Rêveberiya Xweser: Dê tu sindoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser tune bin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Sûriyê ku dê di 19`ê Tîrmehê de werin lidarxsitin, tu wateya xwe li gel Rêveberiya Xweser tune ye û destnîşan kir ku sindoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser nayên danîn.

Rêveberiya Xweser: Dê tu sindoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser tune bin
18 tîrmeh, 2020   11:29
QAMIŞLO

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê di civîneke çapemeniyê de ku li Navenda Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê hate lidarxsitin, axivî.

Luqman Ehmê diyar kir ku gelê Sûriyê ji aloziya Sûriyê re ku zêdetirî 10 sal e didome, li çareseriyeke aştiyane diğere lê belê hikumeta Sûriyê di rêya xwe de israr dike, wekî ku ji 2011`an heta niha tu tişt çênebûbe.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku israrkirina hikumeta Sûriyê ku hilbijartinên parlamentoyê li dar bixe, aloziya li Sûriyê çareser nake û ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re derfet nade tu aliyan ku tev li diyalogên Sûrî-Sûrî bibin.

Her wiha Luqman Ehmê destnîşan kir ku hilbijartinên ku dê di 19`ê Tîrmehê (sibe) de werin lidarxistin, tu wateya xwe li gel Rêveberiya Xweser tune ye û got: "Tu sindoqên hilbijartinê dê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bin."

Luqman Ehmê got ew bi hêvî bûn ku hikumeta Sûriyê bang li hêzên muxalif û hêzên cuda yên li Sûriyê bike ku tev li civînê bibin da ku bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî çareseriyekê ji aloziyê re peyda bikin, pîvanên destûrê xuya bikin û paşê dest bi hilbijartinên giştî bikin.

Di dawiyê de berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê Luqman Ehmê piştrast kir ku ew tev li tu biryarên yekalî yên têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê nabin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0jvCWNcPLx0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>