Li dijî komên alîgirên Îranê êrişên nû pêk hatin

Ev du roj e li rojhilatê Dêrazorê komên çekdar ên alîgirên Îranê rastî êriş û teqînan tên.

Li dijî komên alîgirên Îranê êrişên nû pêk hatin
18 tîrmeh, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku li Dêrazorê ev du roj e li herêmên di bin serweriya hêzên Îran û komên alîgirên wê de teqîn pêk tên, her wiha 6 teqînên dijwar li gundewarên bajarê Bokemal ê rojhilatê Dêrazoê çêbûn.

Duh jî gelek teqînên dijwar li herêmên di bin serweriya Îranê de li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê pêk hatin ku tê texmînkirin ku balafirên Îsraîlê pêk anîne.

(fr)