Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû

Çalakiyên kampa havînê ya duyemîn ku Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û Kobanê li dar xistibû, bi dawî bûn.

Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
Li Minbicê kampa duyemîn a jinên ciwan bi dawî bû
18 tîrmeh, 2020   09:37
MINBIC

Bi hedefa geşkirina behreyên jinên ciwan û xweperwerdekirinê, Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê kampa duyemîn a havînê ji jinên ciwan re di 9’ê Tîrmehê de vekir û heta 17’ê mehê dewam kir. Duh bi merasîmekê çalakiyên kampê bi dawî bûn.

15 jinên ciwan ji bajarên Minbic, Kobanê û Reqayê yên Kurd, Ereb û Tirkmen beşdarî kampa havînê bûn.

Ciwanan di kampê de waneyên bîrdozî yên têkildarî jiyana hevbeş, jineolojî, xwenaskirin, şerê gel ê şoreşgerî û waneyên zimanê kurdî dîtin. Li gel vê yekê waneyên werzîş, wênexêzî û muzîk jî dîtin.

Dewreya kampê ku li perava Firatê bi rê ve çû, deh rojan dewam kir.

(eh)

ANHA