Şandeyeke Rûsyayê têkildarî topbarana li dijî nuqteya Rûsyayê civînek li dar xist

Şandeyeke hêzên Rûsyayê îro li Dirbêsiyê civînek li dar xist û der barê topbarana duh de lêkolîn kir.

Şandeyeke Rûsyayê têkildarî topbarana li dijî nuqteya Rûsyayê civînek li dar xist
18 tîrmeh, 2020   10:12
HESEKÊ

Roja pêncşemê (duh) firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk du caran li pey hev nuqteya hevkariya Rûsyayê ya li navçeya Dirbêsiyê ya li kantona Hesekê bombebaran kir û di encamê de 3 leşkerên Rûsyayê û 3 leşkerên hikumeta Sûriyê û welatiyekî ji navçeya Amûdê birîndar bûn.

Çavkaniyan ji ANHA’yê re diyar kir ku civîn li nuqteya hevkariya Rûsyayê ku kîlometreyekê dûrî navenda navçeya Dirbêsiyê ye, li dar ket. Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên Rûsyayê tev li civînê bûn.

Civînê derdora saetekê dewam kir û paşê şande ber bi bajarê Qamişloyê ve çû.

(eh)

ANHA