Kongreya Star: 19’ê Tîrmehê sembola berxwedana gel û mohra jinan e

Koordînasyona Kogreya Star Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava li tevahî gel û jinan pîroz kir û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola berxwedana gelê Kurd û jinan.

Kongreya Star: 19’ê Tîrmehê sembola berxwedana gel û mohra jinan e
18 tîrmeh, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek weşand û ev bone pîroz kir.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"Em salvegera 8`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, YPJ/YPG`ê û hemû jinan pîroz dikin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye sembola berxwedana gelê Kurd û hemû gelên herêmê û bi şoreşa jinan tê naskirin.

Gelê Sûriyê, bi taybet gelê Kurd, ji aliyê rejîma Baasê ya şovenîst ve hate paşguhkirin û nasname û çanda wî hate paşguhkirin. Ji ber wê bi destpêkirina şoreşa Bihara Gelan re li Tûnisê ku zemîna destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava bû bersiva hemû siyasetên helandin, înkarkirinê û gelê Kurd ê azadîxwaz û xwediyê projeya demokratîk ji bo vegerandina mafên xwe dest bi şoreşa rûmetê kir.

Jin ji destpêka çirûska şoreşê ve pêşeng bûn. Tev li hemû aliyên rêxistinî, siyasî, leşkerî û civakî bûn. Di hemû çalakiyên ku şoreş bi pêş xist heta ku bigihêje asta xwe ya rast bi taybet nûnertiya wekheviya di navbera jin û mêran de û bi rêya sîstema hevserokatiyê hemû sazî, meclis û komînan de serkêş bû.

Ji bo têkbirina DAIŞ`ê û berxwedana li hember dagirkeran şehîdên mîna Arîn, Silava, Warşîn, Bêrîvan, Roksan û bi hezeran şehîdên mîna wan, berdêlên mezin dan, mohra xwe li şoreşa 19`ê Tîrmehê xist û di aliyê navnetewî û cîhanî de bûn sembol.

Ji ber wê jî jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn hedefa êrişên dagirkeran û şerê taybet da ku destkefiyên vê şoreşê têk bibin. Ji ber jin nûnertiya bingeha pêşxistina vê şoreşê û serkeftina wê dikin. Lê jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka berdewamirina têkoşînê û xurtkirina berxwedanê li hember hemû êrişên dagirkeran girt ser milê xwe û soz da ku ewê paratina destkefiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi hemû hêza xwe bike. Em wek rêxistina Kongreya Star bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan dikin ku ji bo destekdayîna Şoreşa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebitin."

(bx)