​​​​​​​Mamsoteyên herêma Firatê banga azadiya Zara Mihemedî kirin

Mamosteyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navdewletî li hember sûcên hikumeta Îranê yên li dijî Kurdan, şermezar kirin.  Di vê dawiyê de hikumeta Îranê bi tewana fêrkirina zimanê dayîkê, cezayê girtinê li mamoste Zara Mihemedî birî.

​​​​​​​Mamsoteyên herêma Firatê banga azadiya Zara Mihemedî kirin
18 tîrmeh, 2020   04:26
KOBANÊ

Zara Mihemedî (28) di 23`yê Gulana 2016`an de hate girtin. Bi xwe berpirsa Meclisa Çandî ya Civakî ya herêma Sîne ye. Ji 2011`an ve li herêma Sîne û gundên derdora wê perwerdeya zimanê Kurdî dide.

Li gorî malpera Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, “dadgeha Şoreşê” ya şaxê Sîne 10 sal ceza li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî birî. Li gorî dadgehê, Zara zimanê dayîka xwe fêr dikir û tev li çalakiyên dijberî ewlehiya Îranê bûye.

Ev ceza rastî nerazîbûnên gelêrî hat, lê civaka navdewletî li hember sûcên desthilatdariya Îranê bêdenge.

Mamosteyê Zanîngeha Kobanê Egîd Nasor got: “Cezayê ku li rewatirîn mafên mirovan ew jî fêrbûna zimanê dayîkê ye, li dijî tevahiya pîvanên hiqûqî yên navdewletî ye. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê nasnameya Kurd rastî xeteriya qirkirinê tê.”

Mamosteya zimanê Kurdî ya Paymengeha Viyan Amara ya Kobanê Elye Ehmed got: “Rêxistinên hiqûqî berpirsên sûcên Îranê yên li dijî Kurdan in. Bêdengiya wan dihêle ku hikumeta Îranê sûcên hovîntir bike û sivîlên bigire.”

Her wiha mamosteyê Zanîngeha Kobanê Muslim Nebo bang li kurdistaniyan li rojhilatê Kurdistanê kir ku li hember van sûcan li ber xwe bidin û nehêlin desthilatên Îranê çaranûsa Kurdan kontrol bike û got: “Hikumeta Îranê hovîntirîn rêbazên çewisandinê li dijî çand û nasnameya Kurd dimeşîne. Çawa 10 sal ceza li kesek ku perwerdeya zimanê dayîka xwe dide, tê birîn. Ji bilî serhildanê tu berbijark li pêşiya Kurdan nemaye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Al9-x_pwAuk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>