`Armanca tecrîda li ser Rêber Ocalan têkbirina projeya netewa demokratîk e’

Şêniyên Qamişloyê gotin: “Komploya dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan  şermezariye. Tecrîd parçeyek ji dîroka dewleta Tirk a xwîndar e. Dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku projeya neteweya demokratîk a gelê Kurd têk bibe.”

`Armanca tecrîda li ser Rêber Ocalan têkbirina projeya netewa demokratîk e’
18 tîrmeh, 2020   01:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ-LÎLAV MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên hovane li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşînin. Tecrîdek giran lê ferz dikin, hevdîtinên bi parêzer û malbatê re qedexe dikin.

Gelê Kurd jî banga azadiya rêberê xwe û bidawîkirina tecrîdê dikin.

Şêniyên bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê anîn ziman.

Şêniya bi navê Delel Hisên êrişên Tirkiyê yên li ser gelê wargeha Mexmûr, Şengal û Kobanê bi bîr anî û got: “Ev êriş berdewamiya komploya li dijî Rêber Ocalan in. Ev komplo şermezariye û parçeyek ji dîroka dewleta Tirk a dagirker a xwîndar e.”

Delel da xuyankirin ku girtina Rêber Abdullah Ocalan tê wateya girtina azadî û edaletê û wiha pêde çû: “Firkê Serok banga azadiya jinê dike û slogana wî azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Dewleta Tirk dixwaze mirovahî û azadiyê tune bike. Ji ber baş dizane ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingeha demokrasî, jiyana hevpar û biratiya gelan ava dibe. Her wiha projeya Rêber Ocalan ji bo pirsgirêkên dewletên Rojhilata Navîn çareseriye. Ji ber wê dewleta Tirk fikrê wî qebûl nake.”

Delel rave kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, derexlaqî ye û girêdana gelê Kurd bi felsefeya wî zêde dike.

Delel got: “Dewleta Tirk dixwaze Serok ji bûyerên ku di civakê û dewletên cîhanê de rû didin dûr bixe û civakê ji fikr û felsefeya wî dûr bihêle.”

Şêniyê bi navê Hekîm Eko girêdayî armancên dewleta Tirk ji tecrîdê axivî û got: “Dewleta Tirk ditirse ku fikr û felsefeya Serok bibe çareseriya aloziyên ku li herêmên Kurdan û dewletên Rojhilata Navîn. Armanca tecrîdê têkbirina projeya neteweya demokratîk a ku tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê wê de dijîn e. Dixwaze jiyana hevpar a gelên Rojhilata Navîn pûç bike.”

Di dawiyê de Eko îşaretpê kir ku siyasetên dewleta Tirk li dijî pîvanên navdewletî û mirovî ne.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve 88 daxwaznameyên hevdîtina bi muwkilê xwe Rêber Abdullah Ocalan re pêşkêşî dozgeriya bilind a Bursayê kirin. Lê tevahiya daxwazên wan hatin redkirin.

(şx)

ANHA