Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir

Navenda Çandê ya Şopbdarên Rojê bi koordîneya Koma Serdemê çalakiyên çandî û hunerî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmek li Qamişloyê pêşkêş kir
17 tîrmeh, 2020   20:42
QAMIŞLO

Navenda Çandê ya Şopdarên Rojê bi koordîneya Koma Serdem re belgefîlmek li ser berxwedana taxa Şêxmeqsûd bi navê "Xormîna Daholê" pêşkêş kir. Her wiha şevbuhêrkek helbest û stranan li Navenda Çand û Hunerê ya  Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê, li dar xist.

Bi dehan şênî li navendê amade bûn. Di pêşangehê de wêneyên şervanên YPG û YPJ û her wiha wêneyên ku balê dikşîne ser çanda kurdî, hate pêşkêşkirin.

Her wiha yekemîn car fîlmê "Xormîna Daholê" hate pêşandan. Derhêner û prodeskyona fîlm navenda Şopdarên Rojê ye. Fîlm behsa berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin raber kirin, dike.

Piştî bidawîbûna fîlmê, Koma Serdem stranên şoreşerî gotin. Çalakî bi helbestên Ferhad Merdê bi dawî bû.

(rm)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OLEV2qWxUq8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>