Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir

Yekîtiya Jinêm Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya salvegera 8'emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, pêşangeheke wêneyan vekir.

Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
Jinên ciwan bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêşangehek vekir
17 tîrmeh, 2020   18:38
HELEB

Pêşangeh bi amadebûna bi dehan şêniyan li paxçeya Istîqama ya li taxa Eşrefiyê hate vekirin.

Di pêşangehê de 40 wêneyên ku balê dikşîne  ser berxweadana şervanên YPJ, hêzên Asayîşê li eniyên berxwedanê, xebatên endamên Polîsên Trafîkê, şehîdên Şoreşa Rojava û wêneyên jinan di nava çalakiyên şoreşê de hatin pêşandan.

Merasîmê vekirina pêşangehê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Fîdan Hemo salvegera 8'an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelên Rojavayê Kurdistanê, hemû şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: " Şoreşa Rojava şoreşa azadiya  jinan. Jinan cihê xwe di her qadên şoreşê de siyasî, civakî, leşkerî û hwd..girtin."

Piştre şênî li wan wêneyên temaşe kirin.

Di dawiyê de dîlan li ber stranên şoreşgerî hate gerandin.

(rm)

ANHA