Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê di roja 8'an de bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
17 tîrmeh, 2020   19:38
QAMIŞLO

Mîhrîcana 7'emîn a Çand û Hunerê ku li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin, di roja 8'an de bi dawî bû.

Di roja dawî de, gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên çand û hunerî amade bûn.

Çalakî bi şanoyekê ya lîstikvan Medya Bekendî û Roşan Çolî dest pê kir.

Piştre daxuyaniya têkildarî belavkirina xelatan hate xwendin. Hevserokê HRRK'ê Welîd Bekir bi zimanê Kurdî û endama HRRK'ê Meryem Temir bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Xebata Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya afirandinê li bajarê Qamişloyê sala 2016'an hate damezirandin. Ev xelat ji aliyê Desteya Rêveber a HRRK'ê ve hate diyarkirin ku nirxê wê hezar doldar tevî plaketa hevgirtinê ye."

Her wiha hate diyarkirin ku ev xelat didin kurdê herî afrîner, ji ber rola wî/ê di pêşxistina qada çand û hunera kurdî ye, di heman demê de xelat ji bo teşwîqkirina endamên saziyên çandî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin,pîvana hilbijartina kesê serkeftî bi giştî xwe dispêre tecrubeya wî û bandora li ser qada çandê ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û herêmên din ên ku Kurd lê hene.

Her wiha hate gotin, xelata îslal ji bo du afrînerên ziman û çanda kurdî ye, ku bi salên dirêj gelek xebat ji bo ziman û çanda kurdî pêşkêş kirin û gelek dema xwe ji bo pêşxistina wêjeya kurdî dan. Her yek xwedî mohreke taybet e, stêrên ronî li asîmanî lêgerîna ziman û dîroka kurd in. Ji ber wê layiqî xelata îsal a HRRK hatin dîtin.

Piştre xwenda daxuyaniyê xelata HRRK'ê dane Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat.

Mîhrîcan bi çepikan beşdaran bi dawî bû.

ANHA